Saturday 10 October 2015

Jîyana Fatma Îsa



Fatma Îsa di sala 1934'an de li gundê Erezgînê ku nav tixubên Azerbaycan'a îroyîn de ye hate dine. Wekî zarokên penç parça ew jî perîşan, bêwelat û koçberbu.Fatika biçûk dema ku hate sê salîya xwe, koçberîyê disa rê danê ber malbatê û ew çune Ermenîstanê.
Dema ku êvar dibu, cimeata Kurdan a Ermenîstanê komî malan dibunû destbi gotina sitran, kilam, çîrok û metelokan dikirin Fatikê jî guhê xwe didan ser û çi bibhîsa hîndibu. Lê mixabin, zarokatîya wê zu deste wê girtin û ew ji 14 salîye de zewicandin.
Di wan salan de radiyoya Êrîvanê wek rihêkî efsunî dengê êş û kesera netewa kurd dibir hemû kûçe, mal,zozan û qonaxen li penç parçan. Xebatkarên radiyoyê zêdetir ji Kurdên Êzîdî bûn ji ber kû gorî qanunên îslamê dengê jina heram e. Kurdên Êzîdî wek malbat di nav kar û barên radiyoyê da ne lê ji bo jinêka Kurd û misliman ev yek ne hêsan e. Malbatên misliman û kurd naxwazîn keçên wan di radiyoyê de sitrana bibêjin.
Xebakarên radiyoya ÊrÎvanê her çiqas israr bikin jî malbata Fatmê desturê nade ku ew di radiyoyê de sitrana bibêje. Denge Fatma îsa'yê ew qas zîz û zelale kû xwedê rehmet bide dê û bavên wan xebatkaran kû bi zorê 3-4 sitran ji denge wê qeyd kirine.
Ji nav wan sitranan de ya heri navdar "wî de Miho" ye û ew dimîne roja îroyîn. Ev sitran dibe rihekî Kurdistanî û wekî bayê Serhedê jî wî alîyê Erez dikeve nav deştên Îdirê heta çol û çolistanên Botanê. Di sitrana wê de evîn,keser, koçberîya kurdan, gazincên jinen bêzar û ziman heye.
Lê îsa bi tenê carekî di radiyoya Êrîvanê de sitranan dibêje û biryar dide ku carekî din di radiyoyê de nebêje. Fatma Îsa dibê; ez nav cimeata jinan de , şahîyen zozanan û beranberdanan de xwe rehet hîs dikim lê radiyoye de gotîn ji min re zehmete.Bî rastî di nav cimeata misliman de jinbuyîn jî sitran gotin ji zor û zehmete kû mirov fehmdike kû çima Fatika deng zîz di radiyoyê de sitran negotin carek din.
Di sala 2010'an de li bajarê Uris, Krasnadorê Fatma Îsa çû ser rehma dilê xwe. Wê gilî gazincên me hemûyan anî ziman, li welatê koçberîyê çaven xwe girtin, jî dûrî wetan. Em çi bibêjîn gilî û rexneyên me ji bo qaşo serok û rêberê Kurdanin kû biratîyê daydinîn ji dijminan re lê bi hevre nabin heval û hogir tû caran. Kû em ji bibin xwedî dewlet, bila laşên me nemînin wek ê Alanê biçuk li dora behran an jî wek a Fatma îsa li welatê xerîbî ye.

No comments:

Post a Comment

Bihêle bila zarok biçin - Ulver

Em xwe dispêrin hevdu di mirina şevê de   û dawî dest pê dike   dema bişkurî dimirin di çavên wan de   pirsa di...